CENTCOM: Li Sûriyeyê 25 endamên DAÎŞ'ê hatin kuştin an jî zevtkirin

Fermandariya Hêzên Navendî ya DYE'yê (CENTCOM) ragihand ku di operasyonên li Sûriyeyê de yên ji destpêka mehê û vir ve herî kêm 25 endamên DAÎŞ'ê hatin kuştin an jî girtin.

Li gorî daxuyaniya roja Çarşemê, di 11 wezîfeyên cuda de yên navbera 20-29'ê Kanûnê hatin kirin, 7 kes hatin kuştin, 18 kes jî hatin girtin.

CENCTOM'ê diyar kir ku di operasyonên navborî de çar depoyên çekan ên DAÎŞ'ê jî hatin îmhakirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ev operasyon dewama operasyona "Hawkeye Strike" ye ku 19'ê Kanûnê hate destpêkirin.

Operasyon weke bersiva li kuştina 3 welatiyên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji aliyê hêzên DYE û Urdunê ve hate destpêkirin.